EMEĞİN SANATI 161. SAYI | Page 31

Sayfa 31 K evok û Z arok Tu kevokan nedikarîn weke wan bireqisin, Li hêlînistana kevokan û ji kevokan komek Roj bi roj nav û navdariya wan bilind dibû. Wext û saet hatiye, êdin welatê hêlînistanê Biçûk û bêliv xuya dikir li ber fir û baskan. Ceylan, Ûxur, Berkîn... sê zarî wek kevokan bi fir û bask in. Kevok, li dik û deriyan reqsvanên aştiyê ne Ku jan û hesretên dayikan didin sêwirandin, Û li meydan û xwepêçandinan serfiraz dibin Pêlên kerr jî pê re radibin ser xwe, direqisin. Bo azadiyê zarok jî bê dem dikevin, her ketin bêr giran, şevereşiyê ronî dikin. Li dikan kevok hene ku ji kevokan narîntir Bi rêber, bi raman û bê tirs dikevin reqsan. Pê re pêlên bejnan û destên bi şal û serpoş, Û lîlandina dirûşman ku awazên derûnî ne. Karwanên azadiyê bi bar û bedelên giran in Bi helînên xwe, mûm vêdikevin û direqisin, Reqsên kevokan dîmenên emrên zarokan in. Ceylan, Ûxur, Berkîn... Xema min çi ye, zarokino; ger rojek bê û şoreşa we bê dizîn, ez ê wê demê bê helbest bimirim, bi şêweyeke din ne ji we re û ne jî ji min re mirin nîn in! A. KARABAX 13.03.2014 Berfîn Dibarin Li Reşiyan,